Rûsya: Armanca qonaxa 2. Donbas û başûrê Ûkrayna ye

2 roj man ku êrişa Rûsya ya li Ûkrayna 2 mehên xwe tejî bike. Di nav vê demê de, li nava Ûkrayna wêraniyek zêde pêk hat. Hêzên Rûsya niha bi hemû hêza xwe ji rojhilatê Ûkrayna ve êrişên xwe pêk tînin. Ûkrayna ji aliyê xwe ve ragihand ku 21 hezar û 200 leşkerên Rûsya hatine kuştin. Pentagonê jî got; Ji bo hevkariya piştevaniya bû Kîevê wê Wezîrên parastinê yên welatên hevkar bicivin.

Rûsya ya ku ji 24’ê Sibatê ve li dijî Ûkrayna dest bi şer kirî li rojhilatê welat êrişên xwe zêde kiriye.

Moskow ya dixwaze heta Gulanê herêma Donbasê kontrol bike ragihand ku bajarê Mariupol bi giştî di bin destê wan de ye.

Rayedarên Ûkrayna îdia dikin ku Rûsya bi kolana gorên komî yên li herêmê wê nêzî 9 hezar kesî veşêre.

Cîgirê Fermandarê Navçeya Leşkerî ya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Rustem Minnekayev ragihand ku erka qonaxa duyemîn a artêşa Rûsyayê kontrola tam a ser Donbas û başûrê Ûkraynayê bike.

Minnekayev anî ziman ku ew beriya du rojan derbasî qonaxa duyemîn bûne.

Ûkrayna: 21,200 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 58 rojan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê;

21 hezar û 200 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

176 balafir, 153 helîkopter, 838 tank û 2 hezar 162 maşîneyên zirxî yên Rûsya hatine têkbirin.

Rûsya: Me bi moşekên ‘Kalibr’ êrişî stasyona trenê ya Ûkrayna kir

Rûsya jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşekre kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku hêzên wan bi moşekên “Kalibr” êrişî Ûkrayna kiriye.

Li gorî îdiayên Rûsya heta niha, 140 balafir, 106 helîkopter û 2 hezar 448 tank û maşîneyên zirxî yên Ûkrayna hatine têkbirin.

NY: Nêzî 13 milyon Ûkraynî neçar mane koçber bibin

Di nava van şerê dijwar de jimara koçberiya li nava Ûkrayna jî zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ku îro li Cenevreyê hat dayîn, heta niha nêzî 13 mîlyon Ûkraynî neçar man ku welatê xwe biterikînin.

Li gorî NY 7 milyon û 700 hezar ji wan di nava axa Ûkraynayê de mane, yên mayî jî çûne derve.

Pentagon: Ji bo Ûkrayna wê wezîrên parastinê yên gelek welatan bicivin

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand ku Wezîrê Parastinê Lloyd Austin wê 26’ê Nîsanê wê bi wezîrên parastinê yên çend welatan re bicive.

Armanca sereke ya civînê avakirina grupa şêwirmendiyê a ji bo gotûbêjkirina pêdiviyên parastinê yên Ûkraynayê û ewlehiya wî welatî ya piştî şer e.

Di vê navberê de, doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê Serokê DYA Joe Biden ragihand ku ew ê 800 milyon dolar alavên parastinê yên zêde û 500 milyon dolar alîkariya aborî bide hikûmeta Ûkraynayê.

Back to top button