Leşkerên Îsraîlê bi ser mizgefta Aksa de girtin

Di meha Remezana şerîf de, careke din aloziyên li Mizgefta Aksa gur bûne. Îro careke din, polîsên Îsraîlê li mizgeftê êrişî Filistîniyan kir. Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di êrişê de, herî kêm 31 Filistînî birîndar bûne. Polîsên Îsraîl jî dibêjin di destê ciwanên ku dihatin mizgeftê de alên Hemasê hebû.

Polîsên Îsraîlê piştî nimêja sibê bi fîşekên lastîkî û bombeyên deng avêtin ser Mizgefta Aksa.

Dema komek ciwanên Filistînî li hewşa Mizgefta Aksa kom bûn, bi keviran avêtin navenda polêsan.

Polîsên Îsraîlê ketin Mizgefta Aksa û bi bombeyên deng û fîşekên plastîk êrişî Filistîniyan kirin.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di êrişa polîsan de herî kêm 31 Filistînî birîndar bûne û ji wan 14 kes li nexweşxaneyê hatine dermankirin.

Di dema bûyeran de yek ji darên hewşa mizgeftê şewitî.

Piştre hat vemirandin.

Bi hezaran Misliman beşdarî nimêja sibê ya li Mizgefta Aksa ku qibleya despêkê a misilmanên Qudsa Rojhilat , bûn.

Piştî destwerdana Filistîniyan polêsên Îsraîlê ji hewşa mizgeftê vekişiyan.

Polês îdia kir ku ciwanên Filistînî yên li hewşa mizgeftê di destên wan de alayên Hamasê hene.

Polîsên Îsraîlê ragihadnin ku van kesan ji saet 04.00’ê siharê ve dest bi avêtina keviran kirin.

Û diyar kirin ku ji bo deswerdanê ew li benda qedandina nimêja siharê bûn.

Diyar kir ku bi midaxeleya piştî nimêjê yên li hewşê hatin derxistin.

Ji bo nimêjê rê nehat dayîn ku hinek xurt derbasî mizgeftê bibin

Di vê navberê de polêsên Îsraîlê dest bi destûra kal û pîrên ku ji bo nimêja Înê hatibûn mizgeftê kirin.

Polîsan rê nedan ku hinek ciwanên Filistînî bikevin mizgeftê.

Li ber deriyê mizgeftê di navbera polêsên Îsraîlê û Filistîniyên li ber deriyan kom bûne de dem bi dem pevçûn derket.

Hêzên Îsraîlî 15’ê Nîsanê piştî nimêja sibê êrîşî Mizgefta Aksa kirin û bi bombeyên deng, gaza rondikrêj û fîşekên plastîk êrişî Filistîniyan kirin.

Di bûyeran de 152 Filistînî birîndar bûn û bi sedan ji wan hatin binçavkirin.

Êrişa polîsên Îsraîl ya li mizgeftê di qada navneteweyî de rê li ber bertekan vekiribû.

Back to top button