Meclisa Rêveber civîna xwe ya mehane lidarxist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya mehane lidarxist.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû tê de plansaziya nû li ser asta siyasî, xizmetguzarî û aborî diyar bû.

Desteya Seroketiyê ya meclisê, nûnerên meclisê û hemû deste û nivîsgeh beşdarî civînê bûn.

Di serî de geşedanên siyasî û ewlekarî hatin nîqaşkirin.

Herî dawî encamnameya civînê hat xwendin, ku tê 24 xal hene, hin ji wan xalan ev in:

“Domandina xebatan ji bo bidestxistina îtîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser e.

Berfirehkirina têkiliyên derve bi dewletên herêmî û navneteweyî re .

Parastina aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser.

Destekdayîna hêzên ewlekariyê ji bo girtina şaneyên DAIŞ’ê .

Girîngîdayîna projeyên xizmetguzarî yên girêdayî binesaziyê.

Girîngîdayîna kampan û başkirina rewşa koçberan.

Parastina jîngehê û çareserkirina pirsgirêkên qirêjbûna jîngehî.

Pêşxistin û destekdayîna saziyên ragihandinê.”

 

Back to top button