Piştî ku Rûsya 4 herêm weke beşeke ji xaka xwe ragihandin, artêşa Ukraynayê tevgera xwe a leşkerî zêde kir.
Bi taybet jî li rojhilatê welat.
Rûsya jî ragihand ku ew ê deverên ku artêşa Ukrayna ketinê careke din kontrol bikin.
Bêtirî 7 meh in li Ukraynayê şer ranawest e.
Demên dawî bi desteka hêzên Rojavayî, artêşa Ukrayna li Başûr û Rojhilatê welat pêşde diçe.
Û di encamê de karîbû bajarê Lyman û çend gund careke din ji hebûna hêzên Rûsyayê paqij bike.
Serokdewlet Zelensky jî di axaftina xwe a rojane de diyar kir ku hêzên wan li derdora Xîresonê 3 gund rizgar kirin û got,
Wê tevgera me a leşkerî li dijî hebûna hêzên Rûs dewam bike.
Kremlîn: Wê ew dever careke din bên kontrolkirin
Rûsya ku li vekişîna hêzên xwe mukir hat peyam da ew ê careke din berê xwe bide van herêman û wan kontrol bike.
Berdevkê Koşka Kremlînê Dîmîtrî Peskov doh li ser rewşa dawî ya şer daxuyaniyek da û got;
Vekişîna hêzên me ji hin deveran gaveke normal e. Em ê wan careke din kontrol bikin.
Êdî dive were zanîn ku ew dever heta hetayî beşek ji xaka Rûsyayê ne.