Êrişkariya Tirkiyê li Minbicê hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic bi çalakiyekê êrişên Tirkiyê û sûcên ku li dijî jinan tê kirin şermezar kir. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî kuştina jinan û sûcên li dijî wan tên kirin û êrişên Tirkiyê meşiyan.

Piştî ku meş li ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger veguherî mitîngê, tevgerê daxuyaniyek da.

Tevgerê bal kişand ser hedefgirtina berpirsa Kovara Jineojiyê Nagîhan Akarsel û ev tişt anî ziman:

”Hedefgirtina Nagîhan dide xuyakirin kir dijmin hewl dide jinan ji şoreşa wan a li dijî tundiyê dûr bixe.

Lê belê wê dijmin nikarîbe ti carî vîna jinan têk bibe.”

Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyê jî hatin şermezarkirin û li hember wê soza berxwedanê hat dayîn.

Back to top button