Misir: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin, werin cezakirin

Bi operasyoneke hevpar a koalîsyonê û QSD’ê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekîr El-Bexdadî îro jî di rojeva cîhanê de bû.
Gelek welatan kuştina El-Bexdadî weke gaveke girîng nirxandin û lê hişyarî dan ku li tevahiya cîhanê xetereya terorê dewam dike.

Hikumeta Misirê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê pîroz kir, ev yek li hemberî têkbirina terorê weke gaveke girîng bi nav kir û got,

“DAIŞ, El Qaîda û rêxistina Ixwan el-Muslimîn jî xwedî heman fikirê tundrew in û divê dawî li wan were.”

Her weha Misirê bang li civaka navdewletî kir ku muhasebaya hemû welatên ku piştgiriyê didin van rêxistinan, bike.

Hikumeta Îranê jî anî ziman ku bi kuştina Bexdadî dawî li DAIŞê nehatiye, ji ber fikirê wî wê her belav be.

ÇÎN: LI DIJÎ TERORÊ DIVÊ HEVKARIYA NAVDEWLETÎ HEBE

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê jî diyar kir ku divê hevkariya navdewletî ji bo rûbirûkirina terorê were xurtkirin.

Berdevkê wezaretê bal kişand ser kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî û got:

“Em pêşketinên nû baş dişopînin û teror dijminê her welatî ye. Ji bo li seranserî cîhanê terorê têk bibin, divê hemû welat bi hev re bixebitin.”

JAPONYA: HÎNA DAWÎ LI RÊXISTINÊN TERORE NEHATIYE

Wezîrê Karên Kabîne yê Japonî Yoshihide Suga jî anî ziman ku kuştina serçeteyê DAIŞ’ê ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn gaveke girîng e.

Lê Suga teqez kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên din yên tundrew hîna bi dawî nebûye.

 

Leave a Reply

Back to top button