Silêman Cafer: Divê hikûmeta Şamê ji bêdengiya xwe derkeve

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer bang li hikumeta Şamê kir ku li hember êrişên Tirkiyê helwestekê cidî nîşan bide.

Silêman Cafer balkişand ser lihevkirinên navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî ya têkçûyî zindî bike. Divê hikumeta Şamê xeteriya vê yekê baş bizanibe.”

Silêman Cafer bêdengiya hikûmeta Şamê ya li hember êrişên Tirkiyê şermezar kir.

Dawiyê Silêman Cafer bang li hikûmeta Şamê kir ku li hember êrişan helwestekê cidî nîşan bide û artêşa Tirk ji xaka Sûriyê derxîne.

Back to top button