CPT: Êrişa li ser Bamerna ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye

26’ê Gulanê dewleta Tirk Bamerna Amediyê bombebaran kir.
Wê demê 2 zarok kuştin û yek jî birînar kir.
CPT bi daxuyaniyekê ragihand ev êrişa ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat.

Ji bo vê mijarê CPT berî niha lêkolîn dabû destpêkirin û piştî demekê ev lêkolîn bi encam bû.

Encam jî bi rêya daxuyaniyekê hat eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de CPT ragihand êriş ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.

Hatibû idîakirin ku êriş ji aliyê gerîlayên azad ve pêk hatibû.

Li ser vê jî CPT got:

”Hat gotin ku top ji çiyayê Metîna ve hatine avêtin.

Eşkere bû ku ew dever niha di bin desthilatdariya Tirkiyê û hikûmeta Başûr de ye.”

Back to top button