Siyasetmedar û serokeşîrên herêmê tekez dikin ew heta dawî li dijî êrişên Tirkiyê li kêleka QSD’ê ne.
Ji wan siyasetmedar Remedan Fetah û Rûspiyê eşîra Şerabîn, Ehmed Mihemed El-Xidir.
Ew dibêjin: “Dewleta Tirk dixwaze projeya demokratîk têk bibe.
QSD’ê hêzeke Sûrî ye em li pişta wê ne.”
Bi zêdebûna gef û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê re, nerazîbûnên gel jî zêde dibin.
Pê re peyam û biryara berxwedan û xweparastinê tên dayîn.
Siyasetmedar Remedan Fetah li dijî van gef û êrişên dewleta Tirk bertek nîşan da.
Remedan Fetah diyar kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina îradeya gelên herêmê ye û ev got:
“Dewleta Tirk dixwaze projeya demokratîk têk bibe.
Ji bo têkbirina êrişan şerê gel ê şoreşgerî rêya tekane ya pêkanîna serkeftinê ye.”
Siyasetmeedar Remedan Fetah dawiyê bang li hemû gel û partiyan kir ku li dijî êriş û gefên dagirkeriya Tirk, bi QSD’ê re bibin yek û li ber xwe bidin.
Rûspî Ehmed El-Xidir: QSD hêzêke Sûrî ye û em li pişta wê ne
Rûspiyê eşîra Şerabîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Mihemed El-Xidir jî, li dijî êrişan xwedî heman helwest bû.
Ew dibêje:
“Em tekez van gefan red dikin.
Ev xaka me ye û em ê ji bo wê wefadar bin.
Em pêkhateyên herêmê yek in û em ê her wiha bimînin.”
Dawiya axaftina xwe Rûspiyê eşîra Şerabîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Mihemed El-Xidir ji bo destekdayîna QSD’ê li dijî êrişan ev got:
“QSD’ê hêzeke Sûrî ye, vê xakê diparêze û em li pişta wê ne.”