Li Efrîna dagirkirî careke din di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket.
Li gelek gund û navçeyên kantona Efrînê şerên giran di navbera komên çete de rû didin.
Çeteyên Cebha El-Şamiyê piştî şerên giran li dijî çeteyên El-Hemzat, dest danîn ser gundên Coqê û Dargirê û tevahî navçeya Mabetayê.
Piştî vê kontrolkirinê çeteyan qedexeya çûn û hatinê ferz kirin, niha li wir alozî berdewam e.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên Cebha El-Şamiye amadekariyên êrişeke leşkerî li dijî çeteyên Sutlan Silêman Şah ên li gundên Şiyê jî dikin.
Her wiha amadekarî ji bo kontrolkirina gundê Kaxirê yê Mabatayê û her gundên Çeqela (Jorîn, Navîn û Jêrîn) ên navçeya Şiyê tên kirin.