“Bila alîkariyên ji bo herêma Idlibê dewam bikin”

11 sal in ji ber şerê li Sûrî û herî dawî jî êrişên dagirkeriya Tirk, pêlên koçberiya navxweyî di asta aloziyê de ye.
Di vî warî de jî, barê herî giran, ê herêmên Rêveberiya Xweser e.
Tevî vê yekê jî hêzên cîhanî û saziyên mirovî li hemberî rewşê xemsar in û weke ku koçber li vê herêmê tune ne tevdigerin. Tenê derdê wan herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.
Herî dawî banga domandina alîkariyên bo Idlibê hat kirin.

10’ê Tîrmehê dema bernameya alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên Sûrî bidawî dibe.

Nayê zanîn bê ka wê ev bername were dirêjkirin an na.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî têkildarî rewşa kampên li Sûrî raporek weşand.

Rêxistina di rapora xwe de tenê bal kişandina ser rewşa koçberên li Bakurê Sûrî û dibêje, jiyana wan pir zor e.

Ji ber vê yekê Rêxistina Efû bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir da ku dema şandina alîkariyan dirêj bike û got:

Di rewşa heyî de derdora 4 mîlyon kesên ku ji cih û warên xwe bûne, bi alîkariya mirovî ya derve xwe li ser piyan digrin.

Rêxistinê di rapora xwe de qet behsa rewşa koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser nekiriye û tenê balê dikşîne ser herêma Idlibê.

Di raporê de tê gotin, li kampên nêzî sînorên Tirkiyê, tûndiya ser li jinên û zarokên keç zêde bûye û işaret bi van xalan tê kirin:

Li Kampên herêna Idlibê, tevî kesê dedorê, xebatkarên saziyên alîkariyê jî tûndiyê li jin û keçên zarok dikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ango deverên girêdayî Rêveberiya Xweser, gelek kampên koçberan hene.

Hin ji wan ji ber şerê navxweyî û êrişên DAIŞ’ê,

Yên din jî ji ber êrişên dagirkeriya Tirk hatine avakirin.

Tevî derfetên kêm û dorpêça herêmê jî, Neteweyên Yekbûyî rê neda Deriyê Tilkoçer ji bo alîkariyên mirovî bê vekirin.

Back to top button