Îro jî weke her rojê êriş li ser herêmê hebûn.
Dewleta Tirk û çeteyên xwe gundên navçeya Şera, Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.
Beriya se’etekê artêşa Tirk gundên Tatmeraş, Şewarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şerayê bi dijwarî topbaran kirin.
Di heman demê de gundên Alqemiyê û Til Ecar ên Şehba û gundê Bênê û daristana gundê Soxanekê yên Şêrawayê jî dan ber topan .
Di vê êrişê de 150 guleyên obîsan hatin avêtin.
Duh bi şev jî gundê Bênê yê Şêrawa û gundê Bêlûniyê yê Şehbayê dîsa rastî êrişan hatin.
Di encamê de agir bi gund ketibû.
Li Eyn Îsayê jî ji ber êrişên dewleta Tirk şevê din du sivîl şehîd bûn.