PAJK: Xeta Viyan Soran misogeriya azadiyê ye

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran diyar kir ku xeta Viyan Soran misogeriya azadiyê ye. PAJK’ê da zanîn bi ruhê Viyanan, Bêrîtanan û Zîlanan dikarin têkoşîna azadiyê bi ser bixînin û azadiya Rêber Apo pêk bînin. PAJK’ê bang li jinan bi taybetî jinên başûr kir ku li ser rêya Viyanan tev li pêngava dema azadiyê bibin.

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera 16’an a çalakiya Fedayî ya Viyan Soran daxuyaniyek nivîskî da.

PAJK di daxuyaniyê de got, em têkoşer û milîtana pêşeng a xeta Rêber Apo hevrê Viyan Soran di salvegera 16’an ya şehadetê de bibîrtînin.

Hêzên komploger ên hegemonîk di 15’ê Sibata de bi girtina Rêber Apo, xwestin îradeya azad a gelan û jinên berxwedêr têk bibin, tevgera PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirina sedsalî re derbas bikin.

Hevrê Viyan Soran, weke milîtaneke xeta azadiyê navê xwe di wê dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwesteke herî radîkal a israra di jiyana azad de bi Rêber Apo re nîşan da. Di têkoşîna azadiya jinê de bû pîvana dilsozî, bawerî û parêzvana xeta azadiyê bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate zanîn ku.

Hevrê Viyan, her tim li hember paşverûtiyan û sekna dûdil bi hestên jin û neteweyî xwedî helwesteke bi bandor bû. Di komîteya avakirina PKK’ê de bi sekneke zelal û milîtaneke dilsoza bi xeta Rêber Apo re têkoşiya û bû xwedî roleke mezin.

PAJK: Berxwedana li dijî xiyanetê dewam dike

PAJK da zanîn ku li dijî berdewamkirina komplo û tecrîda girankirî, Rêber Apo bi sekneke dîrokî ya layîqî şehîdan li ber xwe dide.

Di pêşengiya jinan de gelê me û milîtanên xeta Rêber Apo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin têkoşîneke mezin didin.

PAJK: Bi ruhê Viyanan tev li pêngava dema azadiyê bibin

Koordînasyona PAJK’ê di dawiyê de dibêje:

Em di serî de bang li hemû jinên li Başûr û Kurdistanê dikin bi ruhê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin.

Çawa ku hevrê Viyan bi sekna xwe, bi bawerî û dilsoziya bi Rêber Apo û xeta PKK’ê têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de jî divê her jineke Kurd û milîtanên Apoyî li berxwedana dîrokî ya Rêber Apo xwedî derkevin.

Back to top button