Ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan zêdetirî 17 hezar îmze hatine komkirin

Çalakvanên jin, siyasî-sivîl û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan ku 11’ê Gulana 2020’an de hatibû destpêkirin dewam dike.

Çalakvanên siyasî li ser encamên dawî yên kampanyayê daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê hate gotin, 13 sal in Zeyneb Celaliyan ji aliyê hêzen rejîma Îranê ve tê eşkencekirin û di rewşek xirab de girtiye.

Tevî ku Celaliyan nexweşiya coronayê ketiye nayê dermankirin.

Çalakvanên siyasî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku heya niha zêdetirî 17 hezar îmze hatine komkirin.

Hate gotin ku wê îmze radestî rêxistinên mafên mirovan, Amnesty International û Neteweyen Yekbûyî were kirin.

Çalakvanên siyasî di dawiya daxuyaniyê de gotin;

“Zextên li ser girtiyên siyasî, bi taybet jî Celaliyan dewam dike. Heya Zeyneb Celaliyan were azad kirin wê kampanya me û têkoşîna me dewam bike.”

Back to top button