Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê salvegera rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.
Meclîsê bi vê armancê li goristana Şehîdan a başûrê Minbicê civînek li dar xist.
Di civînê de dayik û hevjînên şehîdan û endamên saziyên jinan amade bûn.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û salvegera rizgarkirina Minbicê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir.
Îbtîsam diyar kir ku bi saya QSD Minbicê ji DAIŞ’ê rizgar bû û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya de dayik û hevjînên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdan.