”Di roja Newrozê de min kurê xwe yê şehîd veşart”

Emîne Fûat ya Êzîdî ji ber dagikeriya Tirk û çeteyên wê gelek êş dîtiye. Di roja Newrozê de kurê xwe yê şehîd bi destê xwe vedişêre, lê niha ji ber vê dagirkeriyê, nikar biçe ser gora kurê xwe. Dayika Emîne dibêje: ji bo em vegerin Efrînê, divê çete û dagirkerî derbikeve.

Tevahî bûyerên ji ber dagirkeran bi êş pir in, lê vegotina wê bi êştir e..

Yek jê jî çîroka jina bi navê Emîne Fûat a ji ber dagikeriya dewleta Tirk li Efrînê ye..

Emîne ji neçarî warê xwe terk dike û koçî Şehbayê kiriye..

Emîneya 66 salî Êzîdî ye û ji gundê Qîbarê yê Efrînê ye.

Kurê wê û kurê biryarê wê di berxwedana serdemê de cih digirin..

Her du şervan 18’ê Adara 2018’an, li ser riya Cindirêsê bi lehengtî şer dikin û şehîd dibin.

Yadê Emîne jî cenazeyê kurê xwe di roja Newroza 2018’an de binax dike..

Şihadeta wan di dilê yadê Emîne de, hêrsa tolhildanê mezin kir.

Lewra ew li Şehbayê riya kurê xwe yê şehîd dewam dike.. û her roj jî hêviya vegerê mezintir dike.

Emîne diyar kir ji ber ku ew Êzidî ne, kurd in û xwediyê pekrewanan e, rastî hovîtiya dagirkeran hatine.

Çeteyên Tirk bi ser mala me de girt, çek xistin serê min û hevjînê min revandin.

Li beramberî berdana wî jî 5 hezar dolar fidyê xwestin..

Xwesteka Emînê tenê ew e, beriya mirinê careke din vegere war û mala xwe.

Back to top button