Rêzefilma ‘Evîna Kurd’ 2’yê Nîsanê ve li ser ekranê Ronahî TV ye

Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî bû mijara pirtûk, film û Rêzefilman.
Rêzefilma ‘Evîna Kurd’ wê 2 Nîsanê ve li ser Ekranê Ronahî TV were pêşandan.

Rêzefîlm ji 15 xelekan pêk tê û balê li ser têkoşîna şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ku behsa rastiya kurd dike.

Taybet rêzefilm balê dikişîne li ser têkoşîna kurdan, guhertinên piştî şoreşê derketiye holê û lîstikên dijmin ku dixwaza kurdên êzidî, elewî û sine li dijî hev karbîne û li hev bide kuştin.

Li hember van lîstikan xisleta kurd a ku her tim di nav berxwedaniyê de ye di fîlmê de derketiye pêş.

Rêzefîlma ‘Evîna Kurd’ ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê amadekirin. Derhêner Nûman Xeyt û Haşim Aydemir in.

Ev rêzefîlm li Rojava bi kêm derfetiyan bi rihekî komînal tê kişandin.

Wê rêzefilma ‘Evîna Kurd’ 2′yê Nîsanê ve saeta di 22:00′an de li gor dema rojava, xeleka yekemîn li ser ekranê televîzyona me were weşandin.

Back to top button