“Bi hevgirtina gelan wê planên dagirkeriyê têk biçin”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyarkir ku di demên dawî de dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kiriye û got: “Em ê heta dawiyê li hemberî van êrîşan xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin.”

Li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî gelê herêmê di nava çalakiyan de ne.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Şahîn diyarkir ku dewleta Tirk ji bê dengiya aliyên navnetweyî sûdê werdigire û ji bo wê êrişên xwe zêde dike û got:

“Di demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê û pêşengên şoreşê zêdekiriye.

Lê em ê heta dawî li ber van êrişan rabin û bi hevgirtina me wê dagirkerî têk biçe.”

“Em ê bi hevgirtiya xwe êriş û planên dagirkeran têk bibin”

Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo xewnên Osmanî nû bike tevahî kiriyarên bê exlaq û pîvan pêk tîne û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk Projeya Netewa Demokratîk ji bo desthilatdariya xwe metirsiyeke mezin dibîne.

Ji bo wê têk bibe çetêyên xwe bi ser herêmê ve şand û di heman demê de bi riya fitineyê şerê vê projeyê kir.

Piştî ku pilanên wê bi bin ket êrişên xwe li ser Kurdan û herêmê dijwartir kir.”

Mihemed Şahîn di dawiyê de got,

Em ê li hemberî her cure êrişan bisekinin û em ê sîstema xwe a demokratîk bighînin serkeftinê.

Em ê bi hevgirtina xwe êriş û planên dagirkeriyê têk bibin.”

Back to top button