Meclisa Til Hemîsê ya Qamişloyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li hember êrişan xwedî helwest be.
Meclisa Til Hemîsê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bê dengiya navnetweyî şermezarkir.
Meclisê diyar kir bê dengiya civaka navneteweyî tê wateya erêkirina êrişan û hevpariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re.
Meclisê bibîr xist ku ji bo parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyan gelek bedêl giran bûha dane û bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe ya rabe û li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk xwedî helwest be.