Ciwanên Reqayê: Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Reqayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya kolana 23`yê Sibatê dest pê kir û li çerxereya El Neîm veguherî mîtingê.

Xwepêşandêran Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir û dagirkeriya Tirk û topbarana wê şermezar kirin.

Di mitingê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê, Ela El Xelef axivî û got:

“Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

Divê em li hember van êrişan amade bin û gelê xwe ji xeteriyan biparêzin.”

Back to top button