Li Qamişlo Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî semînerek da

Bi nêzbûneya rojê li bajarê Qamişlo jî semînerek hate dayîn.
Semîner li zanîngehê hate dayîn.
Di semînerê de, li ser girîngiya rêxistinkirina zîhniyeta azadîxwaz û têkoşîna dijî baviksalariyê hat rawestîn.

Bi dirûşmeya ‘Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê jin, jiyan azadî’,

Îro Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî, li zanîngeha Rojava ya Qamişlo semîner ji bo xwendekar û mamosteyan da.

Di semînerê de pênaseya tundî, cure û sedemên wê hatin nirxandin..

Tundî bi rengê xwe yê heyî, tundiya fîzîkî, derûnî, madî, devkî û hwd… hate ravekirin.

Berdevka xebatên Jineolojî li Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed diyar kir ku armanca vê semînerê danasîna tundî û rêbazên wê ne.

Bi sedan xwendekar beşdarî semînerê bûn.

Piştî nirxandina dîwanê, xwendekaran jî nerînên xwe anîn ziman.

13’ê Mijdarê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî,

bernameya xwe ya çalakiyên ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li dijî Jinê ya Cîhanî eşkere kir.

Di vê çarçoveyê de gelek çalakî hatin lidarxistin.

Ev semîner jî yek ji wan çalakiyan e.

Di 25’ê Mijdarê de jî wê jin bi rengê xwe dakevin qadan û li hemberî tundiyê dengê xwe bilind bikin.

Back to top button