Gerîla 9 dagirkerên din cezar kir, 2 jî birîndar bûn

HPG’ê ragihand ku li qadên Berxwedanê 9 dagirkerên din ên arteşa Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûne.
Her wiha HGP’ê da zanîn doh li qendîlê balafirên şer wesayitek sivîlan bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rewşa dawî a şer daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ku gerîla ji Zapê heta bi Heftanînê û Metînayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Bi domdarî HPG’ê li ser çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê agahî dan û got:

Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Di heman demê de tevî çekên hundir 2 çeper bi temamî hatin îmhakirin, derb li 2 çeperan jî hate xistin.”

Têkildarî êrişên arteşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî parve kirin:

HPG: Li Qendîle wesayîtek sivîlan bi balafirêr şer hate bombekirin

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

20’ê Îlonê li qada Enzê ya Qendîlê wesayiteke xelkê sivîl ê herêmê bi balafirên şer hate bombekirin.

Heman rojê herêma Zap û Metînayê bi helîkopterên êrîşê û bi topan hatin bombekirin.”

Li Zapê 5 dagirker bi taktîka sekvaniyê hatin cezakirin

Back to top button