Li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên gerîlayên HPG-YJA Starê didome.
Li Zapê gerîlayan 5 dagirker ceza kirin û kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî vê yekê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê da zanîn li herêma Zapê hêzên wan bi dijwarî li dagirkeran dane û ev agahî dan:
19’ê Îlonê, li qada berxwedanê ya girê Cûdî û Amediyê bi taktîka sekvaniyê 4 dagirker hatin cezakirin
Heman rojê li Girê FM’ê jî li dijî dagirkerên ku bombe li tunelên şer dibarandin çalakî hate kirin.
Li vir jî leşkerek dagirker hate cezakirin.
Her wiha HPG’ê diyar kir bi gelek çalakiyên cuda 5 çeper jî hatine derpkirin û kamerayeke Mobese hate îmhakirin.
HPG: Qadên berxwedanê 7 caran bi balafiran hatin bombekirin
Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de jî hate ragihandin ku qadên berxwedanê;
7 caran bi balafirên şer û gelek caran jî bi helîkopterên êrişê û topan hatin bombekirin.
HPG: Li Şirnexê di encama şer de hevreyek me şehîd bû
Di dawiyê de HPG’ê ragihand ku 17’ê Îlonê li navçeya Basa ya Şirnexê, di navbera hêzên wan û dagirkeran de şer qewimiye û hevreyekî wan şehîd bûye.
HPG’ê diyar kir paşê wê nasnameya hevreyên xwe ji raya giştî re eşker bikin.