CEMAL ŞERÎK: ŞOREŞA ROJAVA VEGUHERIYE ŞOREŞA AZADIYA HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku şoreşa Rojava veguheriye şoreşekê ku demokratîkbûn û azadiya gelên Sûriyê hemûyan daniye pêşiya xwe.

Lewma dewleta Tirk û hêzên global ji bo astengkirina vê şoreşê, di rewşa êrîşê de ne û li pey provokasyonan in.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di beşa dawî ya hevpyevîna bi ajansa ANF’ê re Şoreşa Rojava û lêgerînên ji bo çareseriyê nirxand.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku divê asta heyî ya Şoreşa Rojava baş bê nirxandin.

“Ji şoreşa çareserkirina pirsgirêkên gelên li Rojava wêdetir, veguheriye şoreşekê ku demokratîkbûn û azadiya gelên Sûriyê hemûyan daniye pêşiya xwe. Heta ku ev guhertin neyê dîtin, mirov nikare Şoreşa Rojava nas bike.”

Cemal Şerîk gotina rêber Ocalan ya dibêje, “Ti hêzên di nava Modernîteya Kapîtalîst de, hêza xwe têrê nake ku aloziya heyî û pirsgirêkên ku niha bi rengê Şerê Cîhanê yê 3’emîn xwe nîşan dide, çareser bikin” bi bîr xist.

 CEMAL ŞERÎK: GEL ŞÛNA AVAHIYÊN HILWEŞIYAYÎ QADÊN BI EWLE AVA DIKIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bi bîr xist ku gelê herêmê jiyana xwe bi xwe ava dikin.

“Di avakirinê de xwe naspêrin derve, xwe dispêrin xwerêveberiyê. Gel li şûna avahiyên hilweşiyayî qadên jiyanê, avahiyên hîn baş û bi ewle ava dikin. Hewldanên dewleta Tirk û hêzên global ji bo astengkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yekane modela çareseriya pirsgirêk û aloziya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê di rewşa êrîşê de ne û li pey provokasyonan e.”

 CEMAL ŞERÎK: BERXWEDANA HEYÎ JI BO TEVAHIYA DINYAYÊ BÛYE HÊVÎ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk teqez kir ku rêber Ocalan hêviyê dide, berxwedana gel û gerîla û wiha bi dawî kir:

“Li pêşberî rastiya; Rêber Apo ji mirovên bidawîbûyî û civaka bidawîbûyî re bû ronahî. Di riya wî de gel têdikoşin û destkeftiyên berbiçav diafirînin. Ev yek ji bo tevahiya dinyayê bûye navendek. Ji bo tevahiya dinyayê bûye hêvî. Em jî di nava wê dinyayê de dilopek in.”

 

Leave a Reply

Back to top button