”Roj bê mirina girtîgehekî derbas nedibû”

Şêniyekî Efrînê ku beriya niha ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û li girtîgeheke Tirkiyê dima behsa sûcên ku di hundir girtîgehê de pêk dihat kir. Şêniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku roj bêyî mirina girtîgehekî derbas nedibû. 

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li dijî sivîl kiryarên hov pêk tînin.

Şêniyekî ku berî niha ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin li ser sûcên çeteyan ji ANHA’yê re axivî.

Şêniyê bi navê V.C. tenê ji ber ku Kurd e derdora 3 sal û nîvan di girtîgehe Tirkiyê de maye û êşkence lê hatiye kirin.

Şêniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike dibêje ku piştî 10 rojan ji revandinê ew bi ser hişê xwe ve hatiye û xwe di nava xwînê de dîtiye.

Piştî demekê V.C. ji bo girtîgeha Raî ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve tê birêvebirin tê veguhestin.

Li wir kesê ku ew lêpirsîn dikir jêre dibêje ku nasnameya wî ya kurdî têrê dike ku heta dawiyê were girtin an jî were kuştin.

V.C. anî ziman ku di lêpirsînê de hemû cureyên îşkenceyê mîna Kehrebekirin û şikandina tiliyan hebûn û got,

“Girtîgeha herî pîs e, di 4 metredam de 40 kes dimînin. Kortikek kanalîzasyonê heye û di bin erdê de bû.

Li gel vê, girtîgeh bûye jêdera kurmik, virûs û nexweşiyên giran mîna wêran, kulbûna kezeba reş û gelek nexweşiyên din”.

Şêniyê ku navê xwe eşkere nekir diyar kir ku li girtîgehê rojek tenê bê mirina girtîgehekî derbas nedibû.

V.C. behsa xwarina girtîgehê jî kir û diyar kir ku her 10 turikên nan didan 100 kesan, heta ku digahştî girtîgehan jî nîvê wê dihat dizîn.

Piştî derdora salek û nîvanê V.C. agahî da malbata xwe ku di girtîgeha Raî de ye.

10’ê Tîrmeha 2021’an piştî dayîna derdora 3 hezar û 500 dolarê amerîkî V.C. ji girtîgehê derket.

Lê V.C. êdî nikare mîna berê jiyana xwe ya asayî berdewam bike.

Back to top button