YPG`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêjin şervanên wê şehîd bûne, derewandin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser hesabê xwe ya Twitterê duh bi şev peyameke parvekir û wiha got:
“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker hê jî nûçeyên derew belav dike.
Nûçeyên wezareta dewleta dagirker yên ku dibêjin şervanên YPG’ê şehîd bûne, ji rastiyê dûr in, û piştrast kir ku wan li herêmên dagirkirî tu çalakî pêk neanîne.”