Artêşa Tirk a dagirker, li herêma Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe li qadên berxwedanê yên gerîla barand.
Di bin siya bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî de sûcên şer yên dewleta tirk a dagirker dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilda êrişên dewleta tirk û sûcên wê daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand ku 2’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya Amediyê arteşa Tirk 13 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye û got:
“Di heman demê de malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan hatin şewitandin û dûyê bi jehr hewl dan bişînin nava çeperên berxwedanê yên gerîla.
Derbarê êrişan de jî HPG’ê wiha got: Arteşa Tirk qadên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.