Parêzer: Tecrîd biriyarek siyasî ye

Parêzeran diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin biryareke siyasî ye û li dijî tevahî qanûnên nanveteweyî ye.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Hesen El Mele diyar kir ku hemû kirinên li dijî Rêber APO têne meşandin ne qanûnî ne.

Hesen El Mele got:”Rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî siyasî ye.

Di tevahî pergalên navneteweyî de mûameleyeke taybet ji bo girtiyên siyasî hene.

Her wiha mafên wan hene ku peywendiyan bi parêzer û malbatên xwe re pêk bikin.

Lê Tirkiye Rêber Abdullah Ocalan ji vî mafî mehrûm dike.”

Hesen Mele wiha dawî li axaftina xwe anî:

”Divê em weke parêzer bala hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bikişînin ser binpêkirinên ku li Îmraliyê li dijî Rêber APO têne kirin.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê Ebdullah El Eryan jî da zanîn ku têkildayîna bi parêzeran re mafê her girtiyekî ye.

Ebdullah El Eryan destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo tê meşandin li dijî qanûn û mafên mirovan e.

Ebdullah El Eryan diyarkir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan biryarekî siyasî ye û tu têkiliyên wê bi qanûnan re tune ye.

Back to top button