Bertekên li dijî êrişên li ser Rojava zêde dibin

KNK’ê, Kongra Gel û Civaka Îslamî ya Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û bang li herkesî kirin ku xwedî li destketiyên Rojava derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê, Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel û Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin.

KNK: Em ê bi hemû hêza xwe destketiyên Rojava biparêzin

KNK’ê di daxuyaniyê de bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di roja sêyemîn de didome û wiha got,

“Dewleta Tirk, bi van êrîşên xwe hemû pîvanên mirovî û hiqûqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesaziya Rojava û cihên jiyanê hedef digre.”

KNK’ê di dawiyê de destnîşan kir parastina rojava parastina hemû Kurdistanê ye û diyar kir ew ê bi her awayî xwedî li destketiyên Rojava derkevin.

Her wiha bang li hêzên cîhanî jî hate kirin ku li hember êrişan bê deng nemînin.

KONGRA GEL: Divê gelê bi rihê seferberiyê rabe ser piyan

KONGRA-GEL jî di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku sîstema demokratîk hilweşîne.

KONGRA-GEL li dijî êrîşan banga lezgîn kir û got:

“Divê gelê me li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan, demildest bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan. Niha dem, dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Divê gel bi yekîtî û tifaqê li ber êrişên dewlet Tirk rabe

Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan da û wiha got,

“Dewleta Tirk a terorîst ku bi bombekirina Başûr rehet nebû, niha jî çavkaniyên jiyanî yên gelê sivîl li Rojava ku weke sûcekî şer ê navneteweyî tê naskirin, bombebaran dike.

Dewletên ku li dijî vê terora hovane ya dewleta terorîst dengê xwe dernexin jî hevparê vî sûcê şer in.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li gel kir ku bi yekîtî û tifaqê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabin.

Back to top button