KNK: Dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê dike

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) êrişan dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kir.
KNK’ê bang li her kesî kir ku bi ruhê berxwedan Kobanê xwedî li Rojava derkevin.

KNK’ê diyar kir ku Dewleta Tirk ji 5’ê mehê ve navend û saziyên xizmetguzariyê dike hedef û got:

“Li gorî peymanên navnetewî jî qedexe ye ku bêne hedefgirtin.

Li gorî hiqûqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sûcên şer in û sûcên li dijî mirovatiyê ne.”

KNK eşekre kir ku em parastina Rojava weke parastina hemû Kurdistanê dibînin û wiha domad:

Em ê bi hemû awayî xwedî li deskeftiyên Rojava derkevin.

Bi vê munasebetê em dewleta Tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar û mehkum dikin.

Em bang li hêzên Cihanî dikin û dibêjin, çavên xwe li êrîşên dewleta Tirk negrin û li hember van êrîşan bê deng nemînin.”

Çiya Kurd: Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan qirkirineke mirovî pêk bîne

Back to top button