Şanz Îbrahîm: Nabe Pêşmerge bibe beşek ji artêşa Tirk

Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê-YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku ew weke YNK biryar dane ku tevî şerê navxweyî nebin.

Şanaz Îbrahîm PDK’ê rexnekir û daxuyakirin ku nabe peşmerge bibe beşek ji artêşa Tirk.

Berpirsê Tevgera Goran Dilêr Hisên jî diyar kir ku ew ne alîgirê şer û nakokiyên nava aliyên Kurdî ne, tekane çareserî diyalog e.

Pêşmergê Dêrîn jî dazanîn ku ger PKK têk biçe tê başûr jî têk biçe.

Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî hevkariya PDK’ê û êrîşên dagirkeriya Tirk roj bi roj zêdetir dibe.

Ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî Şandeya Aştiyê li başûrê kurdistanê serdanê xwe ji bo partiyên kurdî didomîne.

Şandeyê aşîtî serdana Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê-YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.

Piştî seredanê di civînînek çapemeniyê de Şanaz Îbrahîm kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel şandeya aştiyê de anî ziman û got;

“Wek YNK’ê me biryar daye bi ti awayek tevli şerê Kurd bi Kurd nabin.

Divê hemû aliyek şerê Kurd bi Kurd heram bike û rê nede şer destpê bike.

Dewleta Tirk dixwaza kurda bi hev bide kuştin û bigîhîje armancên xwe.

Ya giring ewe ku em nebin beşek ji vê projeyê û pêşmerge nexin beşek ji artêşa Tirk.”

Berpirsê Tevgera Goran: Çareserî di diyalogê de ye

Serokê Koma Tevgera Goran a Meclîsa Parêzgeha Hewlêrê Dilêr Hisên, jî diyar kir ku wek Tevgera Goran bi ti awayek ne alîgirê şer û nakokiyên nava aliyên Kurdî ne.

Dilêr Hisên bang PDK û PKK’ê kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Pêşergeyê Dêrîn: Divê Mesûd Barzanî jî weke murad karayilan helwesta xwe zelal bike

Yek ji serkirdeyên peşmergê dêrîn ên şoreşa Başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tiriyê re derket û got:

Ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerên Tirk nikarin derbasî xaka Herêmê bibin.

PKK şerê navxweyî naxwaze, lê PDK provakasyonan dike.

Divê PDK bizane ku karê ew dike nûkertîkirina ji dewleta Tirk re ye û karek xelete.

Ger PKK li van çiyayan nebe, wê sibe Tirkiye ji Hewlêrê ta Ranya û Qeladizê dagir bike.”

Pêşmergê dêrîn balkişand li ser peyama Murad Karayilan a li dijî şerê navxweyî û wiha domand:

“Peyama Murad Karayilan peyamek di cih de ye û şoreşgerane bû.

Ez jî heman daxwazê ji Mesûd Barzanî dikim, dest û çavên wî maç dikim, ger xwe wek mezinê Kurdan dibîne divê gel û welatê xwe bi parêze.

Bila li gel PKK’ê û YNK bi cive, lihev bikin.”

Back to top button