“Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn fikrê Rêber Ocalan e”

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo tevahî gelên ku li azadiyê digerin sembolek e û got:
“Fikrê Rêber Ocalan derbasî her maleke Ereb bû, em rizgariya xwe di fikrê wî de dibînin.”

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr Fewaz El Zobai Bi boneya komployê ji ajansa Hawarê re axivî.

Diyar kir ku wan di şerê dawî ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de fikrê Rêber Ocalan hîn baştir naskirine û got:

“Me fikrê biratiya gelan a Rêber Ocalan dît.

Li ser wî esasî me bang keç û xortan kir ku tev li şoreşê bibin û axa xwe ji qirêja terorê rizgar kirin.

Di vê şoreşê de xwîna pêkhateyên gelê me tev li hev bû.

Tu kes nikare hevgirtina me ji hev bixe, ji ber ku em xwedî li fikrê Rêber Ocalan derketine.”

Fewaz El Zobaî diyar kir ku ew Rêber Ocalan netenê rêberê Kurdan, rêberê xwe jî dibînin, ji be wê îro fikrê Rêber Ocalan ketiye mala her erebekî.

Seroka Qebîleya Cibûr anî ziman ku li gel şer û nakokiyên li herêmê, Rêber Ocalan kesayetê yekane ye ku dikare bibe kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn.

Back to top button