Li Dihokê hersê nexweşên dawî yên Coronayê baş bûn

Li Başûrê Kurdistanê careke din vîrûs hat kontrolkirin. Wezîrê Tenduristiya yê Herêma başûrê Kurdistanê diyar kir ku tirsa vîrûsê nemaye û îro qedexeya hatinûçunê temam dibe. Li Îranê jî ji ber vîrûsê, 51 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Agahiyên ku ji Başûrê Kurdistanê tên cihên hêviyê ne.

Ev çend roj in ti rewşên nû yên vîrûsa corona nehatine tomarkirin û ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Li bajarê Dihokê her 3 kesên dawî ku bi vîrûsê ketibûn baş bûn û ti nexweş nemane.

Wezîrê tenduristiyê yê Başûrê Kurdistanê: Tirsa Coronayê nemaye

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî bi daxyaniyekê diyar kir ku niha li Herêma Kurdistanê tirsa vîrûsa Coronayê nemaye û îro qedexeya hatinûçunê temam dibe.

Dr. Saman daxuyakirin ku ewê bi li gel Lijneya Têkoşîna Dijî Vîrûsa Coronayê û Wezîrê Hundirîn bicive û ji bo vekirina cihên din û hêsankiriyan nîqaş bikin.

Tenê 17 kes di bin çavdêriyê de mane

Li aliyê din tevî ku hîn dema qedexeya hatinûçûnê bi dawî nebûye û rojane li Iraqê bi dehan kes bi vîrûsê dikevin, hatinûçûna di navbera bajarên Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê de, bêyê ku kontrol û test werin çêkirin, heye.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiya Herêma Başûrê Kurdistanê, bi giştî 391 kes bi vîrûsa coronayê ketibûn.

Ji wan 5 kes mirine û 369 kes jî baş bûn. Niha tenê 17 kes dibin çavdêriya dixtoran de mane.

Li Tirkiyê her ku diçe bîlanço giran dibe

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hîna vîrûs belav dibe.

Wezareta Tendirustiyê ya dewleta Tirk ragihand ku heta niha 137 hezar û 113 kes bi vîrês ketin û 3 hezar û 739 kes jî mirine.

Tevî metirsîdariya vîrûsê jî li Tirkiyê girtiyên siyasî ji mirinê re hatine hiştin û maske li civakê nayê belavkirin.

Li Îranê 51 kesên din ji ber Vîrûsê jiyana xwe ji dest da

Li Îranê jî hîna vîrûsa nehatiye kontrolkirin.

Di 24 saetên dawî de 51 kesên din ji ber vîrûsê mirin û 383 kes pê ketine.

Bi vê re jimara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane bû 6 hezar û 640 kes û hejmara pêketiyan bû 107 hezar û 603 kes.

Back to top button