Rojhilatê Kurdistanê.. Welatiyan qurbaniyên serhildanê bibîr anîn

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistan di meha 7’an de jî tevî hemû zextan dewame.
Welatiyan serdana gorên qurbaniyên serhildanê kirin û li wir li dijî desthilata Îranê çalakî li darxistin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di sala 2023’an de 138 kes hatine darvekirinê.
Hemwextî rewşa heyî YE ji bo şopandina jehrîkirina xwendekarên keç yên li Îranê biryar da ku şandeyeke bişîne herêmê.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê naver dewam dike.

Weke kevneşopiyek her roja pênçşemê gel diçin serdana goristanên xizmên xwe.

Îsal li Îranê ev kevneşopî vegeriyaye serhildanan.

Kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji det dane, bi girseyî li ser gorên wan hatin bîranîn.

Li wir jî girseya gel tevlî xwepêşandanê bûn.

Li bajarê Seqîz bi sedan kes çûn ser gora Jîna Emînî û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gotin.

Her wiha li bajarê Sine jî tevî hêzek zêde ya leşkerî, bi sedan kes çûn ser goristanan .

Di merasîmên cûda yên hatin lidarxistin de, kesên hatine kuştin hatin bibîranîn.

Bi heman awayî li gelek bajarên din merasîmên bîranînê hebûn.

Li ser asta Îranê jî li bajarên Tahran, Kerec, Tewrêz, Esfehan û çend barajên din gel daketin qadan û dijî desthilatê dirûşme qêriyan.

Li Urmiye dijî cezayê darvekirinê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Urmiyeyê jî xizmên girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, çalakiyan li ber derê girtîgehê li dardixin.

Li girtîgeha Urmiyê îro 6 girtî hatin darvekirin

Tevî hemû nerazîbûnan îro danê sibê 6 girtiyên siyasî hatin darvekirin.

Di nav kesên hatine darvekirin de jinek jî heye

‘Li Îranê di sala 2023’an de 138 kes hatine darvekirin’

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di 15 rojên destpêkê yên meha Sibatê de 29 kes hatine darvekirin.

Her wiha ji destpêka salê ve bi giştî 138 kes hatine darvekirin.

YE ji bo şopandina jehrîkirinê wê şandeyekê bişîne Îranê

Li aliyê din pirskirêka jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê hîn jî zelal nebûye.

Lewma her ku diçe nerazîbûn zêdetir dibe.

Parlamentoya Ewropayê jî jehrî kirina xwendekaran şermezar kir.

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku şandeyeke bişîne Îran da ku derbarî mijarê de lêpirsînek bide destpêkirin

PE bang li NY kir ku Pasdarên Îranê bixe lîsteya terorê

Girêdayî heman mijarê, Parlamentoya Ewropayê bang li civata navneteweyî kir ku Pasdarên Îranê wek rêxistineke terorîst bi nav bike:

Her wiha sûcên li dijî mafên mirovan ên li Îranê pêk tên, rexne kirin.

Di hema demê de Parlamentoyê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku Xamênêyî, serokê welêt Îbrahîm Raîsî û serdozgerê giştî Mihemed Cafer Muntezarî ji ber sûcê wan ceza bike.

Back to top button