Li herêma bêçek hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk navendên hev topbranan kirin. Di meha Adarê de ji ber bermahiyên şer zêdetirî 60 kes jiyana xwe ji dest dan e.
Şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma ‘Bêçek’ dewam dikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku çeteyan bi topan cihên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayî Helebê topbararan kirin.
Her wiha hêzên hikûmetê bi çekên giran gundên rojavayî û rojhilatê Idlibê û gundên rojavayî Helebê dan ber topan.
Li Dêrazorê û Hema ji ber bermahiyên şer 4 kes jiyana xwe ji dest dan
Şêniyên Dêrazorê û gundên wê rojane li çolistanê li kîvkaran digerin û gelek caran ji ber mayînên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest didin.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li çolistana El-Beşerî Dêrazorê di demên cuda de 2 meyîn bi kesên ku li kîvkaran digeriyan, teqiya.
Di emcamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
“Meha Adarê ji ber bermahiyên şer nêzî 60 kesî jiyana xwe ji dest dan”
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya encamên mayînên ji bermahiyên şer yên meha Adarê eşkere kir.
Çavdêriyê diyar kir di meha borî de, ji ber mayînan nêzîkî 60 kesî jiyana xwe ji dest dane û 86 kes jî birîndar bûne.