90 Darên zeytûnê li Efrîna dagirkirî hatin birîn

Hovîtiya dewleta Tirk a ku li ber çavên tevahî Cîhanê pêk tê, dewam dike. Hate diayrkirin ku çeteyan 90 darên zeytûnê li Efrînê birîn û ber bi Idlibê ve birin.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên Sultan Mûrad 60 darên zeytûnê li nêzî çemê Efrîn yê ji aliyê gundê Estêr ve birîn.

Ew dar jî milkên welatiyê bi navê Ebd El-kerîm Ebdo yê ji gundê Qerteqlaq in.

Hate diyarkirin ku çeteyan ew dar ber bi Idlibê ve birin da ku wekî êzing li bazaran bifroşin.

Çeteyên girêdayî Êla El-mewala jî 30 darên zeytûnê li ser rêya gundê Firêriyê yên milkê welatiyê bi navê Cumaa Elî birîn.

4 Malên welatiyê bi navê Mihemed Ebdo hatin desteserkirin

Li aliyekî din jî hin kesên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrîn hatine bicihkirin dest danîne ser çar malên welatiyê bi navê Mihemed Ebdo û kirya malên wî nade.

Mihemed Ebdo ji bo mafê xwe bistîne giliyê wan çeteyan kir, lê belê bê encam derketin.

Back to top button