Li bajaroka Daqoq a girêdayî parêzgeha Kerkûkê di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Li gor çavkaniyekî yê ewlehiyê, piştî nîvro li sînorê bajaroka Daqoq a girêdayî parêzgeha Kerkûkê dema ku dewriyek leşkerên Iraqê li deverê digeriya ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê.
Her wiha hat ragihandin ku di encama êrişa çeteyan de 2 leşkerên Iraqê hatin kuşitn û leşkerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan leşkerê birîndar rakirin Nexweşxana Giştî ya Kerkûkê.