Artêşa Rûs êrişên xwe li gelek deverên Ukraynayê berfereh kirin

Hêzên Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de gelek deverên Ukrayana bi dijwarî bombardikan kirin.
Li gorî îdîayên wezareta parastinê, tenê doh 6 ambarên çek û cebilxaneyên Ukraynayê hatin rûxandin.
Artêşa Ukrayana jî ji bo bidestxistina bajarê Xîrsonê, lez daye tevgera xwe.
Rûsya ragihand ku di êrişa hêzên Ukrayna li ser girtîgeheke li Donatskê de, 40 leşkerên Ukrayna yên di zindanê de bûn hatin kuştin.

8 sanî despêkê dîmenê moşekan biherikîne

Li nava vî welatî, şerê bi şekên sivîk êdî nemaye.

Moşek, balafir û topavêj, çekên ku herî zêde têne bikaranîn e.

Artêşa Rûsya a ku giranî dabê Rojhilatê Ukrayna û bi taybet herêma Donbasê, rojên dawî êrişên xwe li gelek deveran belav kir.

Li hemberî vê tevgera Rûs, artêşa Ukrayna jî hewl dide herêma Başûr careke din kontrol bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan di nava 24 saetên dawî de 6 ambarên çekan ên Ukraynayê rûxandine.

Çapemeniya Mosko jî îdîa kir ku di van êriaşn de herî kêm 70 leşkerên Ukraynayê li derdora Donbasê û 130 leşker jî li herêma Xîrsonê hatine kuştin.

Li ser mijarê artêşa Ukraynayê diyar kir ku Rûsya ji bo parastina Xîrsonê hêzên xwe careke din li Rojhilatê welat bicih kirine.

Rayedarên Ukraynî diyar kirin ku piştî çend hefteyan, artêşa Rûs careke din berê êrişên xwe daye paytext Kievê û gotin,

Di van êrişan de herêma Chernihiv (Çernîxîv) bû armanca moşkên giran.

Rûsya: Ukrayna êrişî girtîgehekê kir û 40 leşkerên wan yên girtî kuşt

Wezareta Parastinê ya Rûsya têkildarî êrişa hêzên Ukrayna li ser girtîgeheke li herêma Donetskê agahî parve kir.

Wezaretê îdia kir ku di êrişa bi moşekên pêk hatî de, 40 girtiyên Ukraynî hatine kuştin.

Her wiha diyar kir ku ev êriş bi moşekên HIMARS pêk hatine.

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê ragihand ku wan hîn nekariye rastiya daxuyaniya wezaretê piştrast bikin.

“Li hinek herêmên rojhilatê Ukrayna berpirsyarî bo Wagner hatine dayîn”

Di rapora îstixbaratê ya ku Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê li ser rewşa Ukraynayê parve kir de, hat diyarkirin ku dibe berpirsiyariya hin beşên eniya şer a li rojhilatê Ukraynayê bo şirketa leşkerî ya Wagner hatiye dayîn.

Hate gotin, ev yek ji ber Rûsya di warê leşkerî de pirsgirêkan dibîne pêk hatiye.

Back to top button