HPG’ê: Li Zap û Metîna 3 leşkerên Tirk hatin kuştin derb li helîkopterekê hat xistin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna yên başûrê Kurdistanê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û diyar kir 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, derb li helîkopterekê hatiye xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir tîmên bi tevger yên gerîla ku bi fedayî şer dikin derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 1’ê Îlonê li Qada Saca ya herêma Zapê tîmên bi tevger yên gerîla bi çekên giran ji du aliyan ve li helîkoptereke skorsky xistin ku hewl dida dagirkeran li qadê dayne.

Di encama lêdanê de helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Heman rojê li Qada Karker 2 caran derb li komeke dagirkeran hate xistin ku dixwestin bikevin nava tevgerê. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên leheng yên gelê me, hevrê Dogan Jîrkî, Karker Serbest û Rojda Kotol hatin lidarxistin ku di berxwedana Zapê de bi fedayî şerkirin û şehîd bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 1’ê Îlonê li Girê Cûdî 2 caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin çeperên şer bi bombeyên nukleer û çekên kîmyewî bombebaran bikin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 22 caran bi helîkopteran, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus û hawanan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button