Tehran û Riyad dixwazin aloziya heyî bi dawî bikin

Îran hewil dide, piştî nakokiya 7 salan, careke din peywendiyên xwe li gel Erebîstana Siûdî baş bike.
Li gorî rayedarên Îranê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ji bo lezkirina danûstandinan bi rayedarên Îranê re civiyaye.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken jî ev bêngav bi erênî binav kir.

Êrişên Çileya 2016’ê li ser Balyozxaneya Erebistana Siûdî li paytexta Îranê û konsulxaneya wê li Meşhedê bû sedeama di navbera herdû welatan de nakokî derbikeve.

Lê di van du salên dawî de Îran ji bo tecrîda siyasî û aborî bi dawî bike, hewl dide têkiliyên xwe bi Erebîstana Siûdî re başe bike.

Ji ber ku Erebîstana Siûdî xwedî hêzeke mezin a hêza petrolê ya welatên Ereb e.

Îran hewil dide bi alîkariya Çînê bighê encamê

Dewleta Îranê hewil dide bi navbeyinkariya Çînê careke din peywendiyên xwe bi Erebîstana Siûdî re başt bike.

Du rayedarên Îranî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn û gotin:

Rayedarên Îranê: Elî Xaminêyî dixweze lez bide hevdîtinan

“Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminêyî ji bo hevdîtin di demeke nêz de bigihê encamê bi bê-sebrî nêz dibe.

Lewma li ser vê mijarê bi rayederên Îranê re civyaye.”

Dîplomatekî Îranî yê ku beşdarî danûstandinan bû got:

“Çînê amadebûna xwe ji bo lihev anîna Tehran û Riyadê nîşan da ye.”

Berpirsekî Erebistana Siûdî ji Reutersê re daxuyakirin ku welatê wî du sal berê li Iraq û Umanê dest bi lêgerîna riyên diyalogê bi Îranê re kiriye.

Tevî mijara pirsgirêkên ewlehî, aborî û siyasî gelek mijaran di rojevê de ne.

Blinken: Li hevkirina Îran û Erebîstana Siûdî gaveke başe

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî doh bal kişand ser rola Çînê û got;

“Danûstandinên di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de ji bo herêmê gavekî başe”

Back to top button