Li Minbicê 2 şervanên Hêzên Taybet ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin 

2 şervanên Hêzên Taybet yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi merasîmekê li Minbicê hatin oxirkirin.

Şervanên Hêzên Taybet yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm Xelîl û Cemal Elo dema bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk li Eyn Îsa şehîd bûn.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîdan li goristana bajêr merasîmek hat lidarxistin.

Bi sedan ji şêniyên Minbicê tevli merasîmê bûn.

Piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqa û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan nû kirin.

Di dawiyê de cenazeyê her du şervanan di nava slogan û tililiyên dayikan de hatin oxirkirin.

Back to top button