Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê êrişa li ser Qamişlo şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê û Meclisa Girê Spî jî bi daxuyaniyên cuda êrişa dewleta Tirk a li dijî malbata Gulo şermezarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan li Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e.

Ji lew re divê gelê Kurd li her derê asta têkoşîn û yekitiyê li hember êrişan bilind bikin.”

Meclisê bang li hêzên navneterwî kir ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Meclisa Girê Spî êrişên dewleta Tirk şermezarkir

Bi hema armancê Meclisa Girê Spî bi beşdariya bi sedan endamên komîte û saziyên meclisên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dîtin.

Meclisê bang li gelên herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dora QSD’ê bicivin a xaka xwe biparêzin.

Back to top button