Bexda: Êdî pêwistiya me bi Koalîsyona Navnetewî nîne

Iraq DAIŞ’ê êdî ji bo xwe weke metirsî nabîne.
Yan jî dibêje wan kariye DAIŞ’ê jinav bibin.
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku pêwîstiyan wan êdî bi hebûna Koalîsyona Navnetewî ya li Iraqê nîne.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê (INA) serokwezîrê Iraqê doh di daxuyaniyek xwede gotiye;

“Îro DAIŞ ji bo dewleta Iraqê negefe û êdî pêwîstiya Iraqê bi Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê hatî avakirin, nîne.”

Balkêşe ev nûçe beriya hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya bo Rûsyayê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Wezîrê Karên Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov, di 78’emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî a li Newyorkê de, civiyane.

Gorî daxuyaniyê di civînê de behsa peywendiyên di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Di civînê de hate gotin, amadekariyên ji bo serdana serokwezîrê Iraqê Sûdanî, ya di hefteyên pêş de a ji bo Moskovayê, temam bûne.

Hêjayî gotinê ye li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞ’ê koalîsyona navnetewî hatiye avakirin.

Amerîka bi serokatiya General Matthew McFarlane serkêşiya koalîsyonê dike.

Back to top button