XESAN EL-YÛSIF: MEŞÊN LI DÊRA ZORÊ AŞTÎXWAZ IN Û DAXWAZA MAFÊN REWA DIKIN

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif diyar kir ku kesên li Dêra Zorê meşan li dardixin aştîxwaz in û daxwaza mafên rewa dikin.

20’ê Îlonê li dijî rejîmê û alîgirên Îranê şêniyên gundewarê rojavayê Dêra Zorê daketin qadan.

Şêniyên Dêra Zorê banga derxistina rêjîma sûrî ji herêm xwe kirin.

Lê Hêzên rejîma Sûrî wek bersiv, bê serûber gule li xwepêşandêran reşandin.

Di encamê de 2 kes hatin kuştin hejmarek jî birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif der barê mijarê de axivî û got:

“Kiryarên rejîmê yên zordar hîna didomin.

Mînaka wê yekê jî nerazîbûna wê ji vegera zêdetirî 200 hezar koçberan li gundên xwe ye.

Rûdanên li Dêrazorê qewimîn, meşên ku daxwaza mafên rewa dikin, gel jî mafdar e ku çarenûsa xwe diyar bike.”

Xesan El-Yûsif destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehî û aştiya gelê Sûriyê ew hewl didin dûrî hemû şerên herêmî û navdweletî bibin.

Leave a Reply

Back to top button