Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku gefên artêşa Tirk a dagirker cidî ne û ewê bi dagirkirina herêmekê sînordar nemîne.
Derar got: Divê em û artêşa Sûriyê parastina sînor bikin û têkildarî çareseriya siyasî li hev bikin.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar derbarê gefên dewleta tirk ên êrîşeke nû li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, ji ANHA’yê re axivî.
Riyad Derar anî ziman ku gefên dewleta Tirk cidî ne û ew tenê li benda erêkirina Amerîka yan jî Rûsyayê ye.
Derar destnîşan kir ku ji mafê wan e parastina herêmê bikin û projeyên xwe li ser ava bikin, lê dewleta Tirk hewl dide van gavan asteng bike.
Derar wiha got:
“Armanca Tirkiyê tevahiya xeta sînor ango 900 km ye.
Erodgan dixwaze 30 km an jî zêdetir sînorekî ava bike.
Ev jî di çarçoveya projeya Erdogan e ku dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike û herêmên berê di bin kontrola dewleta Osmanî de bûn vegerîne.”
Riyad Derar: Rûsya dixwaze rejîma Sûriyê vegerîne herêmê
Derar diyar kir ku Rûsya dixwaze rejîmê vegerîne herêmê û wiha domand:
“Rûsya dixwaze rêbazê li herêmên bê çek li vir bi kar bîne û rejîmê vegerîne herêmê.
Lê em dixwazin Rûsya navbeynkar be û em bi rejîmê re çareseriyeke siyasî, pêk bînin. ”
Riyad Derar: Em her dem ji bo çareseriyê bang dikin
Derar destnîşan kir ku ew di çarçoveya rêgezên stratejîk ên diyar de bi hikumeta Şamê re diyalogê dikin û wiha domand:
“Me xwe neavîtiye bextê hikûmeta Şamê.
Em her dem ji bo awayê çareserî û rêveberiyê banga diyalogê dikin.
Lê tevî vê hemû diyalogên li dar ketin bê encam man.”
Riyad Derar: Bi gotinan welat nayê parastin, divê gavên pratîkî bên avêtin
Derar da zanîn ku ew bang li artêşa Sûriyê dikin ku bi erka xwe ya parastinê rabin û got:
“Divê em û artêşa Sûriyê parastina sînor bikin û di rêveberiyê de têkildarî çareseriya siyasî li hev bikin.
Ev yek heta niha pêk nehatiye.
Bi gotinan welat nayê parastin, divê gav bên avêtin.”