Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de didome

Li Idlibê şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dewleta Tirk dewam dike. Balafirên şer ên Rusyayê jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûriyê bombebarankir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmetê gundên Filêfil, Sifûhin û El-fetîra ên li başûrê Idlibê û derdora gundê Kebîne ê li Lazîqiyê bi çekên giran topbaran kir.

Di heman demê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de li Sehil El-Xab ya li rojavayê Hemayê şer derket.

Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir

Çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rusyayê êrişî deverên DAIŞ’ê ên li Çolistana Sûrî kir.

Hate ragihand ku vê sibê li çolistana Sûrî mayînek bi komên alîgirên Îranê teqiya, di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Back to top button