Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe şehîd Sultan El-Şahî eşkere kir. Her wiha li Kobanê jî şervanê QSD’ê Hemze Ehmed û Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sultan El-Şahî bi merasîmekê hatin oxirkirin. Welatiyên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî sersaxî ji malbata şervana YPJ’ê Awaz Gul re xwestin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe şehîd Sultan El-Şahî eşkere kir.
Navendê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Sultan El-Şahî di 19’ê Sibata 2022 li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.
Şehîd Hemze Ehmed û Sultan El Şahî li Kobanê hatin oxirkirin
Şervanê QSD’ê Hemze Ehmed bi nasnav Çekdar Belek û Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sultan El-Şahî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Mehmûd û cîgirê hevserokê Meclisa Girê Spî Heza Mihemed axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Kesên axivîn diyar kirin ku bi saya fedakarî û berxwedana QSD`ê hewldanên dijmin têk çûn û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Awaz Gul re xwest
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî duh cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Awaz Gul ku ji pêkhateya Ereb li goristana şehîdan a Helebê bi merasîmekê oxirkiribûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiyê li Qada Azadî ya taxa Şêxmeqsûd veda.
Bi dehan şênî û endamên komînan, partiyên siyasî, saziyên sivîl, şervanên YPG û YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.