HÊZÊN REJÎMA SÛRÎ LI DÊRA ZORÊ XANIYÊN HOZA ŞI’ÊTAT DIŞEWITÎNIN

Hêzên rêjîma Sûrî agir bi xaniyên eşîra Şi’êtat li Dêra Zorê xistin. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku ji ber ku şêniyên eşêra Şi’êtat venegeriyane xaniyên xwe, hêzên rêjîmê agir bi xaniyên wan xistin.

Di malperên civakî de dimenên şewitandina gundên eşîra Şi’êtat hatin belavkirin.

Di wan dîmenan de kesek diaxive û wiha dibêje:

“Hêzên rêjîmê xaniyên endamên eşîra Şi’êtat ên venagerin, dişewitîne.”

Têkildarî mijarê, çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku gundewarên Dêra Zorê yên di bin kontrola hêzên rêjîmê û Îranî de, rastî binpêkirinan tên.

Çavkaniyan gotin, ew hêz mezheba Şî’î bi darê zorê bi şêniyên herêmê didin pejirandin.

Çeteyên DAIŞ’ê 2014’an li dijî eşîra Şi’êtat komkujiyek pêk anî bû ku di encamê de nêzî hezar endamên wan hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button