Şêniyên Şengalê: bi êrişan dixwazin pêşiya vegera Şengalê bigrin

Şêniyên Êzidî anîn ziman ku hêzên wan diparêzin zarokên Êzidî ne û armanca êrîşên Tirkiye tirsandina xelkê Êzidî, pêşîgirtina li vegera ji kampan û tinekirina civaka Êzidî
ye.

Li ser vê mijarê xelkê Êzidî nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclîsa Dugurê Hemo Hesen diyarkir ku armanca êrîşên li ser Şengalê ew e ku xelkê me nevegerin. Divê gelê me bivegera li ser axa xwe van êrişan vala derxînin.

Endamê Meclîsa Duhola Nazim Şengalî jî ev nirxandin kir:

Zarokên Êzidî xwe diparêzin. Dixwazin hêzên Şengalê reş bikin. Ew zarokên vî gelî ne parastina xwe dayîk û xwişkên xwe dikin.

Ev hemû pîlanên siyasî ne dixwazin ser me bidin kirin. Hêzên me YBŞ, YJŞ û Asayîş pişt pişta me ne. Em li pişt wan in.

Endamê Meclîsa Komelgeha Duhola Mahîr Elî jî teqez kir ku ew dev ji axa xwe bernadin bila Êzidî tev zanibin ku Êzidiyek tenê bimîne wê li çiyayê Şengalê bimîne.

Back to top button