
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.
Ciwanên Kobanê li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivîn.
Zên Ehmed diyarkir ku dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike û dixwaze bi vê yekê vîna gelê Kurd bişikîne û got:
“Lê bila her kes bizanibe em yek gav paşve navêjin û emê li ser fikrê Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”
Ciwana bi navê Rojîn Muslim jî ev nirxandin kir: “Çi qas dewleta Tirk bi şer û dijminatiya xwe nikare me kurdan tune bike, ji ber em bi fikrê Rêberê xwe zindî ne.”
Mihemed Şiblî jî got: “Divê em ciwan xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin û li her deverê bin.”
Her wiha Murad Ehmed jî bang li hemû ciwanên kobaê kir ku li dijî tecrîdê her li qadan bin û bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê vala derxînin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî li herêmê hatin lidarxistin